namey awat bo nûrî (2)

From the Book:
Şarî Diɫ
By:
Kamel Emami (1903-1989)
 1 minutes  804 views
teyrî dił bê peřupo, tepke şikawêkî bese
çaweřêy toye ke bêy, germesławêkî bese
mełê zistane, cilî pîr û feqîr pare buwe
řojî řût derxe, hetîw toze hetawêkî bese
payîze, fermû temaşa bike lanewxiwarim
pîrekerwêşkê le guř kewtibê, řawêkî bese
ew hemû zulfe be zencîrî meke bo milî min
teyrê wa bê peřubał kewtibê, dawêkî bese
seyîd û pîr û feqîrim, were lêm qewmawe
bo mine ew mesele: «bawelê bawêkî bese»
wa be serřûtîy û pêxawsî hatotewe lat
«kamîlPen name»t cûte kiłaşêk û kiławêkî bese
hênde her hatim û çûm, xozge be dom dexwazim
pîredomêkî hejar cawe diřawêkî bese