namey seyîd bo awat (5)

From the Book:
Şarî Diɫ
By:
سەید قادر سەیادەت
 1 minutes  527 views
jyanî min be derd û dax û jane, her be nêw jîne
kesê neyçêştibê em tałîye lay waye şîrîne
lemêje dengî to nayête gwê, «kamîlPerson»! çi qewmawe?
eto lał bûy? zimanim lał bê ya gwêy ême sengîne?
birakem! şê’rî to nałey diłe, her dił delawênê
bełê bo derdedaran layelaye dengî nałîne
zemanê bulbulî deng xoşî em gułzare bûy, êsta
ne dengî nałe wu naye, ne řengî cwanî nesrîne
heçî dengêkî deybîstim diłim dênête jan emřo
sikałay mil bekwêne her seday řořoye, ya şîne
be serma hênde giryawe mijołî pê nema çawim
le baxçe û baxî bê xawen deçê bê hejg û perjîne
leser çom û şetan fênkayî awêkim nedî kake!
hemûy xwênawî cergî let lete, lêławî esrîne
lebatî qaspeqaspî kew, pepû dexwênê lem herde
lebatî lale û sunbûl le baxan her diřû şîne
emin boxom ke xembarim dełêm herwek mine «seyîdPen name»
le çawî lalewe herkes diłî daxêkî xwênîne