wełamî ḧeqîqî

From the Book:
Şarî Diɫ
By:
حەقیقی
 1 minutes  538 views
qasîd peyamî diłberî da, dił nema xemî
behbeh çi qasîdêkî mesîḧademe, demî
«tahîr» ke nûrî dîdeyî to û serwerî mine
bo çawî min mîsalî kile, xakî meqdemî
menzûmekey geyand û birînim kulayewe
axir be fikirî çare be, lay toye merhemî
fermûte bo nehatî, nehatî mine meger?
qurban zemane hat û nehate hemû demî
kwa dêtecê le zîndegîya arezûy dił?
çunke hezar sałe dełên muddetî kemî
ḧaşa le şayetî ke geda bim le derkî to
naydem be miłk û małî cîhan, ’umrî edhemî
«kamîlPen name» demê le yadî «ḧeqîqîPen name» heta heye
naçête der, hemîşe le berçaw û ser demî