namey awat bo ḧeqîqî (3)

From the Book:
Şarî Diɫ
By:
Kamel Emami (1903-1989)
 1 minutes  653 views
çi xoş bû qasîdî yar şê’rî awdar û teřî hêna
jyawe baẍî hîwakem, ewa berg û berî hêna
hezar eḧsen «ḧeqîqîPerson» ’enber’efşanî deka şê’irit!
fîdat bim, qasîdit mujde û newîdî xoştirî hêna
xerîk bûm min nisarî řêt bikem herçî meř û małe
keçî řoḧ hate pêş, mał û meřî lada, serî hêna
le cwabî şê’rî awdar û teř û parawî to «şa’îr»
biçûkî xot be sed zeḧmet dûsê şê’rî şiřî hêna
be ’ezmî kuştinî ew şexse emnî dûr le yaran kird
biroy to xencerî kêşa, mujey min neşterî hêna
le dûrît mirdibûm, emma nesîmî lutfî to dîsan
mesîḧ asa degeł xoy neş’eyî řoḧperwerî hêna
kewa parçey ẍezel debřîn le dîwanî muḧebbetda
eto piştî ẍezel dênî, «îmamîPen name» esteřî hêna