selamun ’eleyk ’eleykeselam

wiłamî namey xelîfe seyd xidrî daşaẍił
From the Book:
Dîwanî Cewherî
By:
Jawhari (1875-1958)
 3 minutes  957 views
selamun ’eleyk, ’eleykeselam
sulaley pakî řesûlî enam
cenabî aẍay seyîdî serwer
xelîfey beřast aẍay seydixdir
şa’îr û edîb xoşxet û xoşřû
maqûł û necîb, xoşxulq û xoşxû
serḧełqey zîkirî şew û beyanî
mezherî lutfî ẍewsî geylanî
dengî tehlîlit pyaw desûtênê
sozey eş’arit dił deřfênê
eş’arit geyîşt name ser çawim
kirdim be nuştey ser û kiławim
bonim pêwe kird neş’ey da beser
’umrî cwanîm le nwê hate ber
bênî çend xoş bû wek mîskî tetar
taze hatboder le kulbey ’ettar
çawim řûn bowe be xetî xoşî
bû be dermanî derd û nexoşî
be mujdey saẍîyt diłî ḧezînim
şad bû sařêj bû konebrînim
le xuda dexwazim her be demaẍ bî
payebłinid û selîm û saẍ bî
le her dû dinya meqsûd ḧasił bî
her wek kamîlî her wa kamił bî
pîr û natewan be ser zîndûm
be ḧał debzûm dełêy mirdûm
wiłaẍî swarî û barîm nemawe
pyade kewtûm ejnom şikawe
hergîz gileyî le min mefermû
barîk bûmewe her wek tałemû
eger bimbînî bo ḧałim degrî
dełêy hezarḧeyf bo to cewherî
kwa ’eyş û sefay baẍî cwanî?
kewtûye seḧray pîrîy û zurhanî
kwa xettî xoşt kwa înşa û îmlat?
qełemdanî gwêz, qełem û dewat?
kwa ser û swarîy, dest û ciłewt
piřmey maynşê, seday hewhewt?
kwa tûle û tacî řawî lapałan
le sextî qełbe û le deştî dułan
kwa řan û řikêf, zînî saçaxdar
çekme û kewşî řeş berqî û sîředar
keway borsay şam mêzerey ketan
le xot şîrîn bû şinîlî lay şan
kwa ḧełqey ders û dewrî feqêyan
usûł û firû’, tefsîr û qur’an
çemẍînî û teşrîḧ le ’îlmî hey’et
řîsaley ḧîsab kelam û ḧîkmet
kwa ḧełqey xetmî babî ehlułła
ḧacî xelîfe mela ’ebdułła
kwanê xaneqay cêgay salîkan
kwa wetaẍî berz cêgay aẍakan
kwa şuẍłî sofî kwa cezbey murîd
kwa ḧacî yaqûb, kwa sofî se’îd
kwa bizin û meř û gîsk û kawřit
çiłe bendanî dewrî çadirit
kwa mayîn û cwanû, dû û sê û çwar
beharan deçûn bo řewe û hewar
kwa mezra û mûçe û aş û binawan
xirîngey dasî řenicber û sepan
biragyan herçend ewza’im waye
řazîm be qeza karî xudaye
zahîr têkçuwe batîn abade
fikirim leserxo qelbim azade
e’zay zahîrim řaste seqîme
fîkir û ḧewasim cem’ û selîme
be nûrî îman diłim řewşene
le lutfî xuda diłim gułşene
le kitêba dîwte me’nay dezanî
qelb alimؤminArabicy ’erş alirḧiminArabicy