tawnedîw

From the Book:
Şarî Diɫ
By:
Kamel Emami (1903-1989)
 1 minutes  729 views
tewjimî çerxî konî pîrednya
heta kengê le sermane be serma?
demê mołet bida tîşkî beharî
biła tînêk bidate kurdewarî
lemêje çawenoř û tawnedîwîn
hemû bê cilk û bergîn, wek hetîwîn
biłêy carêkî dîş şîn bê gułûkat?
kuřukałîş bigen ewçel be awat?
ewe «awat» becê mawe le hozî
wedûy xêł kewtuwe û naga be tozî
xuda! pêşengî ew xêłe, se’atê
bwestêne; heta «awatPen name» degatê
dełên sûtawe, êsta bote zûxał
be hawarî nehatin qet kuřukał