bexşîn

From the Book:
Şarî Diɫ
By:
Kamel Emami (1903-1989)
 1 minutes  582 views
hey hawar hawał! barim girane
piştim cidew bû, małim wêrane
herçen ke lutfî xuda yarim bê
gunahim wek kêw zil bê û barim bê
natirsim, gerçî derd bê dermane
bexşîn xudaye! her le to cwane
lêburdin, lutif û merḧemet, kerem
bexşîn, çawpoşîn, «ya mulî alin’imArabic»
xawen şew û řoj, tarîkî û řûnî
agadar, zanay řazî derûnî
řojim herwek řûm řeş û tarîke
řêgey necatim dûr û barîke
eger têy kewtim, qet nayeme der
pirdî sîřate û řojekey meḧşer
boxot fermûte xawen şefa’et
eḧmede, êmeş kirman îta’et
hatûyn ta le jêr çetrî necatî
řizgar bîn hemû, řojî nehatî
hewraz û lêje, řijd û hełdêre
çał û çoł, nařêk, gol û estêre