seferî ḧestem

From the Book:
Şarî Diɫ
By:
Kamel Emami (1903-1989)
 1 minutes  616 views
ew derdey ewsał le min řûy dawe
ew kołey be pişt minda dirawe
asin bam depwam, kêw bam dexzîm
piłing û bebir û şêr bam debezîm
her hełdesûřêm be dem derdewe
dêwane xomim be řûy herdewe
be pîrî deřom be pîr mergewe
be řîşî sipî, be řûy zerdewe
mełên pyawêkî hîç û serserîm
bo xizmet kakim deřom, seferîm
seferêkî zor sext û ḧesteme
birsîm û kewtûm, têşûşim keme
çon řê tey bikem, bigem be menził
be çawî piř aw, be diłî bekuł
kakim gîrfanî piř bû le têşû
boye wa řoyî, xêra zûbezû
pêşwazî hatin ewlyay qubûr
beřêz gîrabû le nizîk, le dûr
min quřbeser xom, bê toşe û zadim
zar û ze’îf û bazař kesadim
ne lêre kes bû, mał’awayîm ka
ne lewêş heye diłnewayîm ka
bełam her deřom, çarim naçare
deçme xizmet ew şîrîn sware