sozî derûn

From the Book:
Şarî Diɫ
By:
Kamel Emami (1903-1989)
 1 minutes  668 views
ey sozî derûnî piř le êşim!
no mange ke dûrî to dekêşim
dermanî hemû birînekanî
tîmarî diłî be’êş û janî
daẍane ,ewendî dîwe meynet
cergîşî be sîxî xem buwe let
nałet ke nega be gwêçkeyî kes
qazancî le řê nîye, îtir bes!
ba bes bê, nemawe ḧał û bałim
muddêke be sozî to denałim
to ey diłî let let û birîndar!
małkawił û hełweda û bêzar!
çende beperoş û çend kiłołî!
çend mat û feqîr û xembekołî!
mawêkî wiçan bide û bizane
ew xalîqî ’erz û asmane
çon derkî řeḧim dekatewe lêt
çon laşî deba çiqił le ser řêt
ew kate dezanî zulcelale
xawen desełatî bê mîsale
paş ew hemû kospe, cêjnî newroz
newrozê ke bo me bête pîroz
detwanê le çałî qûłî zîndan
bênête derê gułêkî şadan
«kamîlPen name» ewe to û beharî şadî!
ba nemrî, neřoy be namradî