xuşk û birayn

From the Book:
Şarî Diɫ
By:
Kamel Emami (1903-1989)
 1 minutes  666 views
ey dujminî gelî kurd!
hełên zû be destubird
pêşmergen le kêşkêye
tifengî le ser pêye
her wêykewn derdeçê
dewkûjê zû cêbecê
kelakû cê demênê
kund le cêgaw dexwênê
ta tê bigirin mełbendyan
deparêzin kurd be gyan
wiçan nadeyn, nasrewîn
wek temumj nařewîn
êwe tozin, be bayek
heryek deřon bo layek
ême le kêwan dejîn
be hîwayn xwênû bimjîn
ewcar be diłêkî bêxem
be bîruřay zor meḧkem
deparêzîn nîştiman
nîştimanî beheştiman
kîjołey řêkî ḧorîn
be şertê dił negořîn
hemû dayk û xuşkimanin
kîj û kuř hawpiştimanin
xuşk û biray hawpiştin
cêgay şanazî giştin