megre behane

From the Book:
Şarî Diɫ
By:
Kamel Emami (1903-1989)
 2 minutes  610 views
qurbanî birotim kesekem! çeşnî kewane
tîrî mujeket boçî diłî kirde nîşane!
lêt dawe le dû lawe ke wa hênde bejane
xwênî bide lew dest û ser û pence cwane
boçîte xene?! tełxe; bese, megre behane
seyrî ke le perwane ke řeftarî diłî dî
biřwane ke perway nebû, esrarî diłî dî
sûtawe peřubałî ke enwarî diłî dî
dêwane wu sersame ke asarî diłî dî
bew ḧałeşewe dił keçî meylî be geřane
her dêt û deçê lêr û lewê, bêkes û bêder
’aşiq be hemû xunçedem û qeddî sinewber
her qametî ře’naye debînê, wekû noker,
dûy kewtuwe, bêçare wekû şêt û qelender
danakewê bom herçî dełêm, derdî girane
lem kate ke barî le sema lu’lu’î lala
serpakî çya bote guł û nêrgisî şehla
herkes be xeyałêk û be fikirêkewe hała
dił her le xeyałî ser û zulf û qed û bała
dêwane ewe ew; degeřê xane be xane
zistan ke zeystan bû, berî xistuwe emřo
her laxiř û şîwêkî temaşa biken engo
nutfêkî fiřê dawe feqîre be serî to
dê deng û hera û şîwen û nałînî be řořo
bay wade deda mujde: ewa katî gułane
takey be humêdî mededêkî em û ew bîn
dwakewtû le her xêł û le kwêstan û le zew bîn
takey kesel û tembeł û hênd kuşteyî xew bîn
wek şemşemekwêre be hewa ’aşiqî şew bîn
şew řoyî, bese; heste ewa katî beyane
herkes ke fikir katewe lem mewqî’e xoşe
xawen dił û guł bê, wekû bulbul bexroşe
her sofîy bê kareye wa êste xemoşe
lêy lade, ke lem mewqî’eda wa be peroşe
ḧałî be, miroyêkî çi bê kełk û nezane
bêçare «îmamîPen name» ke giriftarî xemit bû
şêwawî serî zulfî řeşî zor û kemit bû
qurbanî teputozî şeqamî qedemit bû
perwaneyî řuxsarî wekû tazeşemit bû
boye wekû perwane be perwaze şewane