karî wa nakey

From the Book:
Şarî Diɫ
By:
Kamel Emami (1903-1989)
 1 minutes  890 views
xuda! boçî minî bêçare bê derd û beła nakey?
îlahî! boçî derdî min be řeḧmî xot dewa nakey?
şewê ta berbeyan yařeb! temadarim le derkî to
leberçî min be xasanit şewêkî aşna nakey?
egerçî zor gunakar û hełem, emma eto yařeb!
kerîmî û cezam lê nastênî, karî wa nakey!
feqîr û destew’ejnom û eto katî keřem, řebbî!
dezanim ferqî xawen tac û textêk û geda nakey
diłî her boye xoşe «kamîlPen namey» bê dest û pê êstê
ke ferqî řostem û pyawêkî wa bê dest û pa nakey