buřaqî bałdar

From the Book:
Şarî Diɫ
By:
Kamel Emami (1903-1989)
 2 minutes  711 views
ey serapay wicûdit le hemû ’eyb berî!
to le tarîfî min û honerî dîke bederî
to řesûłêkî, zewî fexrî be to bû le sema
mang be emirit let û pet bû, letî bo lat dewerî
hênde gewre û beşko hatî be emrî yezdan
heçî pêẍembere řawestin, etoyan le serî
řaber û gewre wu xawen kerem û merḧemetî
sifreket ḧatemî win kird û nemawe eserî
herke hatî hemû załim le nehatîda çûn
zorî zordar be wicûdî to nemabû xeberî
cubre’îl bangî dekirdî ke le dewrî meke bûy
kutî: fermû biřo, to xawenî fetiḧ û zeferî
xoy negirt kafir û tesxîrî meket kird xêra
serî şêwa û kunemişkî be dił û gyan dekřî
řêgeket dûr bû, bełam sałî be satêkî biřî
ew buřaqî ke be bałan defřî çûye serî
heçî dûy to nekewt bextî xewt, řoyî kewt
tûşî bû mexsere wu negbet û sed derdîserî
şaswarêkî weha bûy hemû asmanan çûy
her melayîk bû be pêşwaz le seran dadewerî
be siławat û be tekirîm û be teḧsîn û edeb
řadewestan û deyankut: ke çi şîrîn seferî!
çûye ew cêye ke cubrîlî emîn matił ma
cêy ḧuzûr bû, lewe bewlawe nemabû guzerî
le mesafa wekû kêwîy û le bezla beḧrî
ey be qurbanî buřaqit ke serapa hunerî!
mocîzet zore, le ejmar bedere bo «kamîlPen name»
her ewend bes ke dełêm: xawenî «şiq alqimrîArabic»