bextî xewałû

From the Book:
Şarî Diɫ
By:
Kamel Emami (1903-1989)
 1 minutes  668 views
ew bextî xewałûy min, takey wexeber naye?
min pîr û leguřkewtû, ew korpe û sawaye
ew qet wexeber naye, min naye belama xew
agan le min ewşoke, estêre û hawsaye
min wa le witan kewtim, ew her le guřugałe
carcar le xewa deyka, bo xatrî lay laye
lay layeyî ew korpe, nałey diłme bo wî
şête wekû mecnûne, bê cêge wu me’waye
leylaye meřamî wî, naybînê heta mawe
ta caneweran xoş bin, her meylî be seḧraye
em xanuwe piř meynet, em qoncire řûxawe
çwarçêweyî naqayîm, nêwî çîye? dunyaye!
jîr ew keseye destî, hełgirtibê lem dunya
kasêkî betałe ew, hembaneyî piřbaye
wek honerî zû fermûy: serpakî giławin em
ewla bigre «kamîlPen name», dest hełgire lem laye!