dizîwmetewe

From the Book:
Şarî Diɫ
By:
Kamel Emami (1903-1989)
 1 minutes  793 views
yar diłî birdibûm şewêk bedzî
min be řojêkî řûn dizîwmetewe
ta qiř û fiř neka be fîz û biłê
korpekey min le şîr biřîwmetewe
min qerîḧem firoştibû herzan
be girantir bełam kiřîwmetewe
çunkî qafyem nema, be pałepeso
hatim û gurcê têxzîwmetewe
le hezar kend û kosp û berz û newî
le sedan çom û aw peřîwmetewe
dême meydanî honeranî beřêz
payîze, wek geła werîwmetewe
gerd û tozî gułim le gułşenda
be peřupoy diłim siřîwmetewe
ke nexoş bûm, biřabû kifnekeşim
ewçelîş xo şukur diřîwmetewe
ewe «awatPen name» bû win bibû lêman
le kej û koy ewîn bû, dîwmetewe