mefermû min nemawim

From the Book:
Şarî Diɫ
By:
Kamel Emami (1903-1989)
 1 minutes  689 views
le xełwetxaneyî ’îzzet, birakem! cêt numayane
bełam bo her wefadarêkî to her şîn û giryane
serim suřma, diłit çon hat becêm bêłî be tenyayî?
be tenya her birat min bûm, le tawit bûme dêwane
deřom em mał û ew mał, dê be dê, em şar û ew şare
desûřêm lew byabanane, deşt û kêw û şaxane
dełêm kwa kakî min, kwa babî min, kwa nûrî îmanim?
biłêm dway to biraket karî quřpêwane, sûtane
siławit lê dekem cwabim dewe, her wexte peř derkem
tikaşt lê dekem: tozê newaziş, dił herasane
«miḧemmed»! toş be firyadim bige ey şafî’î meḧşer
eto bî û gewreyît, nextê sebûrî, řojî îḧsane
biram! toş to xuda çawê hełêne bo birat, xêre
mefermû min nemawim, to «welî» xo her le bîrmane!
xuda fermûy le qur’ana «welî» qet namirin, zîndûn
ewan řizqyan le layen xalîqî bê çûn û subḧane