řoj û tem

From the Book:
Şarî Diɫ
By:
Kamel Emami (1903-1989)
 1 minutes  651 views
perçem û zulfî le ser řûmetî wek řoj û teme
be henasem mij û tem zû deřewê, ’umrî keme
řojî řûy derdekewê, bergî hejarî řûte
ahî min zû debřê destî dirêjî zeleme
herwekû baxî beheşt waye serapa bedenî
bejnî berzî wekû tûbaye, le baxî îreme
beşî min çon heye lew sêber û berg û berî ew
wekû bîstûme be tenya beşî xełkî ḧereme
çaw le min dadegrê, wexte milim bişkênim
dême lay tûřeye lêm, kwa ewe lutif û kereme!
le minałîmewe ta êste cefam kêşawe
boye suřmawe serim, kelleme wek camî ceme
diłî awareyî «kamîlPen name» bekułe řoj û şewê
çaweřêy maçî le lêwane, çi zore û çi keme