bałay mewzûn

From the Book:
Şarî Diɫ
By:
Kamel Emami (1903-1989)
 1 minutes  711 views
ne tenya bendeyî bałayî mewzûnit sinewber bû
’elem bû, seru bû, hem neyşeker bû, nexlî newber bû
ne tenya guł xecałet ma, le řûy wa cwanî to çawim!
ketan bû, peřnyan bû, gyanekem dîbayî exzer bû
ne tenya şor û ẍewẍa bû, ke dwê teşrîfî to řoyî
beła bû, fîtne bû, aşûb bû, ẍewẍayî meḧşer bû
ne tenya yasemen bû mesxerey sîmîn benagwêy to
semen bû, nesteren bû, lale bû, nesrîn û şeşpeř bû
ne tenya her řeqîb bû kamřan lew zulfe piř çînet
seba bû, şane bû, meşşate bû, ’enberçeyî zeř bû
ne tenya her «îmamîPen name» mat û mebhûtî cemałit bû
fuẍan bû, nałe bû, xwênî ciger bû, dîdeyî teř bû