tał û swêrî

From the Book:
Şarî Diɫ
By:
Kamel Emami (1903-1989)
 1 minutes  581 views
kutim ba řû le yar û aşna kem
ke beşkim derdî dił tozê dewa kem
bełam yarim neyar bû, aşnaşim
dełê nemdîwî, natnasim birakem
ke tewfîryan nîye çibkem xudaya
legeł bêgane, yaran çon cya kem?!
ke řûnakî nîye bo min le hîç la
le her şwênê, debê her bêm û řa kem
emin her tał û swêrîm dî le dinya
debê key bê xuda řojî cezakem?
ke cergim kun kune, ewçel lewêřa
debê zûxawî çend sałem řeha kem
«îmamîPen name» paşî endamî le qîs çûy
dełê her gyane mawe, ba fîda kem