çî bidrûm?

From the Book:
Şarî Diɫ
By:
Kamel Emami (1903-1989)
 1 minutes  618 views
mezre’ey xałîy xom dîwe min û dasî kul
ey xudaya be çi dirwêne bikem, çî bidrûm?!
min leber nanî beharê nîye tirs û lerzim
her le êstawe le taw ḧasłî payîz mirdûm
fesłî hawîn û behar ferqî nîye bo minî zar
hemû katê ke le zad xałîye mał û kendûm
herkesêke be hîway ḧasłê keyfî xoşe
min ke nîme be hîway merḧemetî to zîndûm
toy ke awdêrî hemû dêmîy û řezzaqî hemû
mar û mûrêkî, bide řizqî minîş ta zîndûm
ba ewend lêr û lewê ser nekutim řoj û şewê
quř le derkit be sera kem, bikewm, zor mandûm