le qełem kewtûm

From the Book:
Şarî Diɫ
By:
Kamel Emami (1903-1989)
 2 minutes  631 views
řeḧmê be diłî şêtim, bê taqet û xembarim
her ře’yetî berpêtim, bê karim û pakarim
malîk nîye ẍeyrî to, miłkîş hemû her hî ton
řêgem bide ya řebbî, bê melce’ û naçarim!
ey xalîqî řoj û şew, řojim řeşe herwek şew!
dûrkewtû le yaranim, hemsayeyî eẍyarim
caran wekû şa wa bûm, şay dûrexem û diłxoş
êsta kiz û sîsî xem, ber tane wu pillarim
ew dujminî emřoke, dwênêke řefîqim bûn
wa mamewe tenya min, bê hemdem û bê yarim
caran wekû bulbul bûm, bo medḧî gułistanim
êsta le qełem kewtûm, bê sewze û gułzarim
şêwaw û perêşanim, bê dengim û deşnałim
giryanim û xendanim, xoşnûdim û bêzarim
to malîk û min memlûk, to xalîq û min mexlûq
mustewcbî řeḧmî tom, ya řebbî gunehbarim!
mexdûşe lef û neşirim, meẍşûşe hemû fikirim
têk çûn be ẍem û ẍusse, efkarim û eş’arim
emma be xudawendît, em ’ebde zelîley xot
em care necatî dey, herçende giranbarim
barî guneh û ’îsyan, wa piştî cidew kirdim
řewtim hemû lê têk çû, wa hênde be’azarim
«kamîlPen name» were seyrî dił, xoş neẍmeye wek bulbul!
xoşřeng û cwan wek guł, herçend be mesel xarim