bê hestim

From the Book:
Şarî Diɫ
By:
Kamel Emami (1903-1989)
 1 minutes  625 views
lemêje min ke zedey ẍemzeyî dû nêrgisî mestim
wedawî zulfî ke kewtim, be şêtî ça bû xelestim
diłî pisandim û řoyî, bełam bewem ça bû
geřawe lam û be tayêkî biskî wî bestim
heławesawe dił û min le dûy le pê kewtim
meger be řewřewe, gagołkekem, le pêy xistim
be pîrî seyre çilon bûme pendî pîr û ciḧêł
wekû hełałe le deştî gułam û pê pestim
ke dête baẍ be xeyałim le dest û pêy hałêm
keçî be daxewe xo bend nebû lewêş destim
cinêwî dabû be min yar be lêwî şîrînî
minîş şewêkî be bê dengî çûme lay gestim
lewê şewê dem û lêwî «îmamîPen name» çespawe
witey nemawe, ewa boye êste bê hestim