dêwî sipî

From the Book:
Şarî Diɫ
By:
Kamel Emami (1903-1989)
 1 minutes  574 views
xêłî ciḧêłî řoywe, pîrî geyşte lam
naçar ebê be pîryewe bêm û biłêm selam
mîwan dełên ’ezîze, debê řêzî lê girî
ca çon emin le dêwî sipî bigirim îḧtiram!
ew zor nemawe lam û becêy hêştim û hełat
nazanim em çilon debê, mîwanî wa besam!
mîwanî dwayîye eme, pêm waye maweyek
lay min debê mulazîmî řoḧe be subiḧ û şam
ta min neba legeł xo, becêm nayełê demê
yaxwa be xêrê, morî sipî mergî pêwenam
serçawekey jyanmî kird tał be hatnî
befrî serane hatuwe, ya mûy sipî bû? kam?
herçî ke bû, girane «îmamîPen name» le ber diłan
boye be carê wek fenerî text, têk şikam