bêçareye kamîl

From the Book:
Şarî Diɫ
By:
Kamel Emami (1903-1989)
 1 minutes  777 views
biřwane çi bedbext û çi bêçareye kamîl!
çend derbeder û bêkes û awareye kamîl!
çend dił beẍem û mat û perêşan û biławe
çende lekuł û zar û cigerpareye kamîl!
ey xalîqî min, řazîqî min, dafî’î derdim
řeḧmê, ke kujey ḧesretî em careye kamîl
seyrî cigerm, letlete, zûxaw dedełênê
yek kalbedî kewtû û bê kareye kamîl
meylit ke le ser derbederî û quřbeserîme
yařebbî çi karêkî bem esrareye kamîl?!
herçî ke eto meylte, pêm xoşe xudaye
bê deng û seda û qařeye, bê bařeye «kamîlPen name»