zistan

From the Book:
Şarî Diɫ
By:
Kamel Emami (1903-1989)
 2 minutes  650 views
zistane, befre, ḧeşre, wiłat piř le nałenał
dêwî sipî be qînewe hat, bote pîrezał
hênd qurse, hênd girane, hełistanî ḧesteme
wek moteke le ser ser û sîngane mang û sał
ser sîngî girtûyn û henase nema be kes
kewtûyne jêr kilîlewe, debzûynewe be ḧał
însan le jûrê mawnewe, wek kewî qefes
wek meyte pîrełokê le ’erza bibin şełał
mawîn; bełam çi man? be xuda merg xoştire
mergêke nêwî jîne, çi jîn? jînî tirş û tał
bê bał nemawe ger deretanî, tenanetîş
bałdarekan feqîre! hemû kewtûn le bał!
her pêkenîn bû katî beharan dehate gwê
her zîřezîře êste le serman û załezał
kîjan be twêy kirasê le geşt bûn û gułçinîn
êstê le xo wekowe deken set siř û sîpał
hêndem temen bibaye ke demdî be çawî xom
ew kate xoşe dênewe sîsark û pîredał
yadî bexêrê katî behar û kizey şemał
seyran û şayî girtinî lawan û kîjukał
çend şox û şeng û cwan û leberdił deçûne baẍ
berz û biłind û diłber û lêw’ał û çawkejał
yadî bexêrê ew deme qaspey kewan dehat
cwanyan deřişt nêre û mê řîze wirdexał
ew kate, ew demane ke xêł deçne bendenê
yadyan bexêrê bêrîy û kabanî gewremał
cêjwan betałe, daxo kuř û kîjî nîştiman
hêşta le bîryane? le diłda deken xeyał?!
daxwa dûbare dêtewe gwêman û dê behar
dengî şwan û tûřeyî bilwêr le herd û yał?
daxwa degeyne fesłî behar û dejînewe?
wek gya û guł le jêr zewîya dêneder minał?
kakî «îmamîPen name» to temenit zore, ḧesteme!
bûjanewet be tawî behar, muşkîle û meḧał