dexulêmewe

From the Book:
Şarî Diɫ
By:
Kamel Emami (1903-1989)
 1 minutes  665 views
herwa be daxî xunçewe dexulêmewe le baẍ
herwaş keçî be daxewe nemdî lewî soraẍ
lalem dedî le baẍ wekû saqî le meclîsa
dêt û deçê be bawe, be destî hebû eyaẍ
çawî řwabû nêrgisî bêçare bo gułî
êşa diłî ke xunçegułî cergî kirbû daẍ
şewbo û hełałe, lale wu nesrîn le řojpeřa
cwan bûn le gułşena, hemû bûbûn be şewçiraẍ
tora, le baẍ û gułşen «îmamîPen name» wederkewt
řûy kirde çoł û benden û sara û şax û daẍ