serwî newřes

From the Book:
Şarî Diɫ
By:
Kamel Emami (1903-1989)
 1 minutes  570 views
be agirî dûrî toye bûme qeqnes
nemawe gyanekem, hîwam be hîçkes!
egerçî pîrim, emma wek minałan
diłim deşnê lebo serwêkî newřes
eto ser ta be pê gułzare bałat
minîş ser ta be pêm ya xare ya xes
diłim deřwa berew baẍî cwanît
eger peyda bika řojêkî desřes
berew řûy goř eçim herhake zanît
le ser termim binîşin dał û kerkes
be nałîn û sikała û şîn û giryan
le qîsî çû «îmamîPen name» jîn, îtir bes