ba be dił biłên e’uzubîlla

From the Book:
Dîwanî Samî Ewdal
By:
Sami Awdal (1910-1985)
 2 minutes  468 views
ba be dił biłên e’uzubîlla
le îş û karman biłên bismîlla
nesret werdegrîn wełła webîlla
herçî wa nebê e’uzubîlla
naga bemeqsed ḧaşa welîlla
herçî ke bûbê bexwa mirduwe
wextêk debînî kewa zinduwe
be’ezêk dûdiłn her dełên kwa
keynê xwa firmûy bêdeng û zuwe
ewa ayetî bo sadîr buwe
hawar sed hawar bo şexsî duřû
le qyamet ełê ew řoje xo bû
emin weḧşî bûm umêdim nebû
gwêy xom nedayê ewey xwa fermû
ke fermûy zalîkel yewmulḧeqû
bîlla ew řoje ke řaste û debî
xuday nardîn hezaran nebî
pakyan pê gutîn çî bûbî û debî
řêgay řastyan gokes bizir nebî
wa řêga derkewt kes kur nebî
xo min waz naynim le xałqî xom
bexom dezanim bexwa her deřom
hemû serwetî emrîkaLocationn û řomLocation
mułkî berîtanî bawî be’estom
min her feqîr û ke muḧtacî tom
xuday nedîdem emin nawêrim
çend şit le diłda betoy despêrim
herçendî birsîm beçaw her têrim
herçend feqîr û bê xêr û bêrim
ummetî fexirim beçeşnî şêrim
girtinî řêgay řast bo êmeye
çunkî le qur’an îşaret heye
lepaş naxoşî ke xoşî heye
nefsî ayete bê hewenteye
kewa ayetî ’usrî yusreye
çatrîn kesê ke hat bo wicûd
wek deken şukir waḧîd û wedud
dejîn le dinya bepşitî me’bud
ceyşî tepoye şirtey ’enkebûd
biřway pê deken mesîḧî û yehud
ey xwa peristan werne nedamet
herçî bikatin nwêj û îqamet
ya biłê şêxim saḧîb keramet
bedyarî dexa řojî qyamet
xwa bû xwa bû ya bo ze’amet
serî ḧîkmetan lexwa tirsane
lexwa tirsekan samyan girane
çunke řêgayan řêgay însane
nemîm û ḧesûd ḧîzbî şeytane
řêgay xwaperist řêgay qur’ane