min qesem dexom be dû xunçeket

From the Book:
Dîwanî Samî Ewdal
By:
Sami Awdal (1910-1985)
 1 minutes  467 views
min qesem dexom be dû xunçeket
be řûy nask û dest û penceket
bejanî zułf û lar û lenceket
dił yadî ’ud û saz û ney deka
biřistibu cengî key xusrew deka
bo hercê biřoy diłim lerête
bê denge herwek xakî berête
leber ’işqî to pêm dełên şête
bo xizmetî xot bimlawênewe
bo keyfî řeqîb memtawênewe
ahim bitgirê bîrit fiřandim
dił kewê bû bo lêt hełfiřandim
şûşey xunçeket bo lê şikandim
êsta şûşekey diłim şikawe
boyê xunçeket sîs û bê awe
bangit ekirdim benûkî pencan
mestit ekirdim bezułf û lencan
êsta leser çî bo lemin řencan
qaqakew dengit qutî řoḧim bû
leto fanî xem keştî noḧim bû
yaxuda řeqîb qet nesêtewe
le’agir nebê cêy nebêtewe
girtey xudabê qet nekirêtewe
herçendî samîPen name lexewnî şewan
xelasî nabê ledestî ewan