çîye yaran çi bû îmřo le ḧałî min çi qewmawe

From the Book:
Dîwanî Samî Ewdal
By:
Sami Awdal (1910-1985)
 3 minutes  627 views
çîye yaran çi bû îmřo le ḧałî min çi qewmawe
temî zułfe le řûy yarim be carêk wa hełsitawe
dełên şem’î benawîtî lebo ’aşiqan hełaysawe
leser xurşîdî řûy xoy wa nîqabî zułfî hełdawe
leboyê mişterî û sumbul xecałet mat û damawe
dezanin xo kewa bulbul lebo awî gułan çî kird
ḧeqîqet ewê řojê be keyfî xoy ke bezmî kird
mijey xwênřêj le cergî min becarêkî ke karî kird
çi bezmê bû ewê řojî wekû yarim ke koçî kird
wekû yusifPerson kuřî ye’qubPerson ke defroşa zulîxaPersonwe
ewa hate kiř û firotin çi şîrîne le meydanî
ke ’alem dên beçîn çîne hejar û qîsmî sułtanî
dełên kiřyarî ew yaren ke ’aciz bûn le tawanî
le wextî ew nebû hergîz gutim nabê to nemzanî
sehû bûm yar bemîratî le yusifPersonřa leboy mawe
le katê bû ke pêm zanî lenaw keyf û lebezmî şew
minîş hestam û řoyştim bebê tirs û be keyf û zew
ke yarim dî minî şeyda beḧusnatir le mahî new
xerîkî bûm bebê fils û le bazařî kiřînî ew
leboyê dił perêşane le řêy xewf û xetermawe
netîcey tir bizanîn ba zemane çît beserdênê
giřřeyî agir ke dê car car dełêm esnam desutênê
meken men’î minî bêkes mełên boçî debarênê
wekû bulbul ke damawe letawî guł denałênê
ke weyzanî meyî bo ew lenaw zarî qedeḧ mawe
demê har û waweylale demêkî wa be diłtengî
ke xoy pêşan deda lay min beteyrêkî syařengî
nesîm mijdey beçustî da liqî xunçe û gułan lengî
gutî bulbul seḧer řoyî hetakey mat û bê dengî
beşahîdî nesîmî dem ke yar êsta lexew mawe
diłim suraẍ biken yaran bizanin boçî řencawe
lelay yarêke da’im yar ke yarêkî zułf xawe
kemendî kird becarêkî heta mirdin gilî dawe
bizanin dił nekujrawe esîrî kird lelay mawe
bedawî ta kemendî kird bepencey sûrke xwênawe
de lew kake memePersony pirsin çîye ḧałî lelay zînPersone
beyanî ḧałî nanûsrê ke şerḧî ken bexazîne
leser ew derd û hîcrane bemecnunî ke řazîne
mełên samîPen name denałênê ke karî ah û nałîne
deba bo xoy binałênê lebo bextî heta mawe