cwanêkî weha

From the Book:
Dîwanî Samî Ewdal
By:
Sami Awdal (1910-1985)
 1 minutes  365 views
le řojhełat û nawend û awa
mêjûy řabûrdiwî uru û neynawa
cabil û babil le xwar û hewraz
nemdî wek kiçî mamey nanewa
***
beşerim û cwan û zor şil û nask
zana û şîrîn wa ḧełqe le bask
hîç nedîtrawe nekes deybînî
êstakeş nîye û neşbuwe le ask
***
kirasî xunçedar wek leber deka
çawî piř nazî kemêk ser deka
bełam wa nîye samî denwênê
şehwet peristî le diłan der deka