’eksî kirdin

From the Book:
Dîwanî Samî Ewdal
By:
Sami Awdal (1910-1985)
 1 minutes  399 views
besye mam ’eksî pelaran mawê
çakit enasim hendey pê nawê
wek êstirî çemûş cutkan hełmawê
xot mawê gêj û agir û gerdawê
hetakû bijî mirdin her řête
emin bo tome eto bo kête
lay xot însan û kara û tewawî
mangî le çardey engustî nawê
boçî le řêga û le ḧeq ladedey
mangî cîhanit bo beba dedey
dinya bepşitî çêłan dadedey
yan piştî deşkê yaxud berdawê
min le řastîda giran û qursim
boxot řabirdî leto natirsim
lebo nemanî lekes napirsim
fû le řoj kirdin samîPen name pê nawê