bext

From the Book:
Dîwanî Samî Ewdal
By:
Sami Awdal (1910-1985)
 1 minutes  361 views
bextim bizir bû le gerdûn û wine
mêşk birîndar diłim kun kune
bê mêşk û bê dił çibkem le dinyat
xoşim nazanim boç wam beser hat
bexte řeşekem xot sipî kewe
ger pel bestey tom bexot bîkewe
wek lêy denořim ewa řabirdîm
bê beşim le jyan her wekû mirdîm
her bexot sexî û cêgay nyazî
pêwîstîm leto dekem daxwazî
girtey ’ebdan bim ’ebid samî ka
beranberî to hêz û manî ka