bê didan

From the Book:
Dîwanî Samî Ewdal
By:
Sami Awdal (1910-1985)
 1 minutes  406 views
laşet bê hêz nabîtin hetakû hetbê didan
gurg pîr û geř nebê nabte gemaroy segan
małêk řencî xot nebê lelat bê nirx û keme
ya qumarî pêdekey we yaxud dîdey be gan
zor gotin zor bełaye debye sûk û qeşmercar
pyawetî ledest deba debye jinî ecninan
samit ledił nemînê nexoşyekî gewreye
texsîrî nakey behîç debye kerî naw cogan