kirasî ketan

From the Book:
Dîwanî Samî Ewdal
By:
Sami Awdal (1910-1985)
 1 minutes  366 views
kirasî ketan, suxme ałe
bejinit barîk, řût be xałe
diłit birdim bew çawane
le bendîxaney dawane
dû bała û dû lêwî ałe
le swî tu ḧałim bêḧałe
bîrit fiřand yadim nakey
bo le nałîn çarim nakey
le egrîce û dawî lalat
le zengînî qed û bałat
hejarî tom leser katit
çaweřêy mûçe û beratit
be min deşê mafî xome
lêqewmawî ’eşqî tome
to le samî larî mebe
pişt le derd û çarî mebe