kiçe dełê min

From the Book:
Dîwanî Samî Ewdal
By:
Sami Awdal (1910-1985)
 1 minutes  314 views
kiçe gyane zemîy min ke sunazim
bê derwazeme min mirdin dexwazim
xudayî bêkes bo derd û hejarî
bira û babim bê wa bête cyazim
daxwa hetakey min nałe beşim bê
ba xeyał le yexey xunçekeşim bê
sebay derd û hîcir axo le daxan
debête qurbanî yan debête nyazim
çiray diłî min bo kiz û kujawe
şûşey bextî min bo be çî şikawe
firmêskî çawanim boçî řijawe
samî nemawe řo xencer û sazim