kiçêkî zor cwan

From the Book:
Dîwanî Samî Ewdal
By:
Sami Awdal (1910-1985)
 1 minutes  431 views
ey kiçî cewan min ’îşqî tome
letaw bałay to wa řenceřome
bo carêkî to dû qisey xoş nakey
řeḧmêkit nîye diłim xoş nakey
letawî bałat hêzim nemawe
le botey ’îşqit bîrim tawawe
nazanim ke to leser kam dînî
bo carê çawit emin nabînê
katê detbînim dejê henawim
wekû teyrêkî çar pel şikawim
diłim le dest û leser pencete
laşem wekû xoł leser řêgete
bo xatrî dînit bimlawênewe
be bejnî şil û řûy xawênewe
sebirim nemawe min le tawanit
be xałî kułme û nazî çawanit
çawit hełêne carê řûm têke
be ’îşqî xuda bes piştim têke
ew řojî çawim be to nakewê
wekû şêtanim dił danakewê