be řûxoş legeł xoşewîstî yek řeng û dił

From the Book:
Dîwanî Samî Ewdal
By:
Sami Awdal (1910-1985)
 1 minutes  334 views
carê řûxoş û be pencan zulfekanit şane ke
řû le xaney ew hejarey bêkes û dêwane ke
wa le daxt şîwenyetî hêz û aramî nema
seyrî laşey têkşikawî û ew diłey wêrane ke
***
laşe kûř û têkşikawe bejnî wa şoř buwetewe
dił wek asarî bextek wa řima kûř buwetewe
pêkenîn lay řeqîban hanehanî yar deden
bekirî bêdînîş beranber çawî lê moř buwetewe
***
besye nazî çawekan û dû biro û nêzey mijan
bêkesî wek min le berpêy bêne gořî xwên řijan
bîr kewe xot, kuştinî min bo to sûdêkî nîye
qasîdim bo zulfekanit řojî badî û dête jan
***
xoşe lay min bimkujî xot bimkuje û diłgîr mebe
şukir û şanazî dekem bes xot wa le min zwîr meke
çunkî muştaqe diłî min letletî key małte
kût keyf dênî legeł ma bîke hîç texsîr meke
***
agirî laşe û derûnim wexte giř peyka temam
hate coş û wa desûtê her wekû kûrey ḧemam
awî çawanî germ kird samî pê bişwatewe
kifin û difnî ka lebo naw cennetî darulselam