dwênê ke çûm bo baẍî ke nałînî bulbul bû

From the Book:
Dîwanî Samî Ewdal
By:
Sami Awdal (1910-1985)
 1 minutes  295 views
dwênê ke çûm bo baẍî ke nałînî bulbul bû
neẍmeyekim gwê lê bû lewêney yar û dił bû
wek dił bo yar denałê kes nebîtin beḧałî
bo awî xunçe û demî ew nałîney qabîl bû
min pêm dego ey bulbul bo denałênî wa kuł
witî şew pasewanim beyan hat çawim gil bû
bo weme pasewanî nałîn û neẍmexwanî
xunçe minî şeyda kird wextêkî hestam guł bû
boçî lêm dekey pirsyar toş wek minî birîndar
basî xotim bo bike yarî kêman ’adił bû
to ’aşiqî xunçanî, řoj û şew le baẍanî
yarî minit bidîba çi şox û kemer şil bû
zułfî wek ’enberî xaw yek yek westabûn be daw
suḧbetyan legeł nesîm leser ałtûnî mil bû
řoj û şewê dêwanem çaweřêy ew peymanem
le gifit û lutfî şîrîn aramî dił kamîl bû
eto derdit girane ya samîPen name perêşane
cêgay min baẍî îrem hêlaney to ser çił bû