řoj û şew karim derd û hîcrane

From the Book:
Dîwanî Samî Ewdal
By:
Sami Awdal (1910-1985)
 1 minutes  342 views
řoj û şew karim derd û hîcrane
wa wekû mecnûn bûm be dêwane
le hîcrî leyla wa le ẍerîbî
her denałênim pîşem giryane
***
dił le jînî xoy wa herasane
ew dirdî sere boçî jyane
le daxî dû řû cergim sûtawe
derdî řeqîban gelê girane
***
kewtime naw zar û derdî řeqîban
ba her binałim legeł ẍerîban
xoşîm giryane giryane xoşîm
le derdî dû řûy bê dîn û îman
***
daym le zarim ewa le şînim
çend le azar û çendî ẍemgînim
min le ’eşqî to herçend binałim
hengê guşad û samîPen name zengînim