leser xurşîdî řuxsar nîqabî zułfî ladawe

From the Book:
Dîwanî Samî Ewdal
By:
Sami Awdal (1910-1985)
 1 minutes  265 views
leser xurşîdî řuxsar nîqabî zułfî ladawe
leboyê muşterî û sumbul xecałet mat û damawe
çi bezmê bû ewê řojê wekû yarim ke koçî kird
wekû yusfî ye’qûbî ke defroşa zulîxawe
le ’esrî ew nebû hergîz gutim nabêt û nemzanî
nezan bûm yar ke îrsêtî le yusif řa leboy mawe
xerîk bûm min bebê fils û le bazařî kiřînî ew
leboyê dił perêşane le řêy xewf û xeter mawe
wekû bulbul ke damawe le tawî guł denałênê
ke wey zanî meyê bo ew lenaw zarî qedeḧ mawe
biłên bulbul seḧer řoyî leberçî mat û bê dengî
be şahîdî nesîmî dem ke yar hêşta le xew mawe
bizanin dił nekujrawe xerîk mawe le dû lawe
be dawî ta kemendî kird be pencey sûr ke xwênawe
dełên samîPen name denałênê ke karî ah û nałîne
deba bo xoy binałînê lebo bextî heta mawe