were ḧebîbî dulberî mey xunçe gułî me

From the Book:
Dîwanî Samî Ewdal
By:
Sami Awdal (1910-1985)
 1 minutes  305 views
were ḧebîbî dulberî mey xunçe gułî me
yek car qedemêkî xaneyî xiste diłî me
le ’eksî řeqîbî ḧewlêtî wek segî hare
barî ẍem û derd û keserî xiste milî me
ferhadPersone ke sebrî heye bo mirdinî şîrinPerson
dawî be kemend hate ser û dest û pelî me
’eceley kird û nekey to hełbestî be selbim
wesyete bełkû lew demî nayê ecelî me
dewranye dewrî heye bo her kese dewrî
ey boçî nehat xewtuwe ew çerxe şelî me
bo yarî nîye derdî ḧeyate le ḧeyatim
xoşî nebû carê le umêd û emelî me
samîPen name heye ew şî’re be zanînî xemî hat
çi şîrîn û teř û diłgire ew ẍezelî me