toy ḧebîbim toy ’ezîzî

From the Book:
Dîwanî Samî Ewdal
By:
Sami Awdal (1910-1985)
 1 minutes  322 views
toy ḧebîbim toy ’ezîzî
çi qewmawe bo lêm zîzî
boçî řût lêm wergêřawe
xetam kanî çi qewmawe
be qisey bê dîn û ḧesûdan
bo demkujî hey bê wîcdan
demxeye girye û nałînit
bes baranî xem barînit
memxere kêwan mecnûnî
be dax û hîcir û zebûnî
mirwet ke dił perêşane
takey ew nałe û hîcrane
lêm dedey mijey serbazit
gîra degrî ’îşwe û nazit
her minim nazit bikêşim
to murşîd be û min derwêşim
bałaket dû sêwî daye
dił wek mindałî sawaye
wek mindałî dar nedare
kes neybînê ew azare
beynî leyla û beynî dił
wek bulbule bo xunçey guł
samîPen name naka dił řawestê
meger be dawan bî bestê