bê hewarî ḧesret kêşan

From the Book:
Dîwanî Samî Ewdal
By:
Sami Awdal (1910-1985)
 1 minutes  321 views
bê hewarî ḧesret kêşan
le gund û şar wek derwêşan
demhejênê bay perîzad
şêt û şeyda û dił perêşan
***
wa wişk bû xwên le çawan
bo demkujî bebê tawan
bê tawanim xetam kanî
bo dembestî wa be dawan
***
wa be dawanim mebeste
ger demkujî bo xot heste
memxere lomey řeqîban
ḧekîmî bo diłî xeste
***
’eca’îb ken samîPen name mawe
bał û peřyan wa kêşawe
be agirî şeytan û dû řû
dił be dozex nesûtawe