ḧeq û ḧeqîqet bîne pêş çawit

From the Book:
Dîwanî Samî Ewdal
By:
Sami Awdal (1910-1985)
 1 minutes  312 views
ḧeq û ḧeqîqet bîne pêş çawit
ḧepsî ḧeq meke lenaw henawit
be milyar hene însan û ḧeywan
carêk binořne derûnî kîwan
le ewwel debê însan çi bîtin
hîc laşey nîye řuḧî hebîtin
be çî dezanî zindî debyewe
bîstim lew kesî ke san’ ewe
lay to girane çûnkî netdîwe
ew wextî ke dê her quř bipêwe
xuda boy nardîn çend pêẍemberan
řêyan pêşandayn ewan mîhteran
herkesî hat û ḧeq dabpoşî
awî cehennem debê binoşî
samîPen name dełêtin xełqî agire
dyare naḧeqî lela çatre