fîkirî le bûnit bikey dełêy zîndû debmewe

From the Book:
Dîwanî Samî Ewdal
By:
Sami Awdal (1910-1985)
 1 minutes  334 views
fîkirî le bûnit bikey dełêy zîndû debmewe
tozê ’eqilit hebîtin dyare bê suř nîye ewe
be jînî xot nezanî mirdin xełq kirawe
her xudaye cêy umêd hemû îşî tewawe
eḧkamî řebî celîl załim dekatin řezîl
çake kirdin le dunya debte řefîq û delîl
ḧetta xot la gewre bê bexwa giçke debyewe
emma wextêk wehaye her ke wişyar debyewe
řojî axir nebîtin jînî dunya bê kełke
’eqil û hoşt hebîtin ew şî’ranem bo xełke
ḧetta xot îslaḧ nekey nisîḧetî hîç kes meke
be feqîrî însanan hoşt bê ḧez meke
bo xot û e’malit wabê «samîş» le xway xot bike
heta le dunya deřoy nefret le pîsîş bike