carê nebû min ser keme balînî bebê ẍem

From the Book:
Dîwanî Samî Ewdal
By:
Sami Awdal (1910-1985)
 1 minutes  525 views
carê nebû min ser keme balînî bebê ẍem
her wekû dozex giłpe deda ah û henasem
napirsî kewa win buwe bo şu’leyî xurşîd
boxarî diłî kewtîte ser řûyî herwekû tem
win buwe řêgayî feqîre û wenîye beled bê
bo xizmetî şahî medîne û qetreyî zem zem
dił kewtîte ser xakî derî ḧezretî lolak
qelbî gunahkar mawe le seḧray wesetî rem
samî nîye qelbî bebê dił mawe le seḧra
bê hoşe ke zanînî nîye zor û eger kem