kesê bedbext nebê ewey be diro nazanî

From the Book:
Dîwanî Samî Ewdal
By:
Sami Awdal (1910-1985)
 1 minutes  413 views
kesê bedbext nebê ewey be diro nazanî
biřwa deken dyan û cuç cayî musłimanî
ewey ke biřwa naka bê bawřî boy bese
ba her lelay berz bê fîkirî pîs û seganî
ta’et kirdin be pîrî gurgî çwar pel şikawî
carê meylî ḧeq nekey heta genc û cewanî
dunya mezre’ey axir be fermûdey muḧemmed
řojî xoy lêt epirsin berî kirdewet kanî
emma ewey nezanin dû řûn û dû zubanin
her xerîkî buxtanin sûkyan ken paş giranî
be ẍîbet û nemîmî xwardinî małî yetîmî
cehil dewrî lêdawin ẍirq bin le şeytanî
zêdî ayet û ḧedîs fîkirî însan degořn
be şeytanî ḧewl den ’eksî emrî qur’anî
samîPen name îslame bełam îsłamêkî şer’î bîn
řêgayekî zor berze ’adîl day be însanî