qerarim waye qerarî temam

From the Book:
Dîwanî Samî Ewdal
By:
Sami Awdal (1910-1985)
 1 minutes  376 views
qerarim waye qerarî temam
ewa basim kird seḧîḧî kelam
ê biřwa neka xoy bê îmane
ya cahîlêke her hîç nezane
hîç ferqî nîye beynî nêr û mê
bo zaye’î ken le xaney şermê
ferqî her nawe yek kuř û yek kiç
didan wek aş û yarîdeytî liç
ya wekû nutiq we yaxut zuban
tuxwa zikirî kird nawî îns û can
wekû agirt lebo coşî aw
bo xoşî yekdî û diłsozî tewaw
eger mê nebê nêrîş bê xêre
mîş herwehaye ger nebê nêre
ewa řastî gut samî netirsa
kes řazî nabê be îşî tersa