laşey ehalî mêşk sułtane

From the Book:
Dîwanî Samî Ewdal
By:
Sami Awdal (1910-1985)
 1 minutes  391 views
laşey ehalî mêşk sułtane
dił serok wezîr cerg meydane
leşkirî xwêne gewrey leşkirî
kesb û nan û dan dû destekane
***
agirî zirawe ke deykułênê
dełên mîzdane agir rewênê
’enbarî řisq me’ebdey nawe
didanî aşe ziman dedwênê
***
kepu bo bonî çawîş çiraye
gwê bo wergirtin le dergemaye
řisq kokirdin bo bar kirdênê
destikar wa çîtî laq bo řêgaye
***
zeker cutyare dezanin le şo
menî şitêke dekirêtin be to
wa pêşanmandan westayek heye
însan herweha nabê serbexo
***
lew hat û çûne hestêkî deka
şitêk debînê samêkî deka
řuḧîş nazanîn qisey lê bikeyn
westayek heye şit dirust deka